Macid Feyad: Ji bo parastina gelê xwe em bersiva êrîşan didin

Derbarê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmê, hêzên QSD’ê ji bo parastina gel bersiva êrîşan dide.

Ne tenê Şehba, li herêmên Eyn Îsa û Til Temirê jî rojane êrîşên dagirkeriya dewleta tirk pêk tên.

Ji fermandarên QSD’ê yê navçeya Eyn Îsayê Macid Feyad El-Şiblî diyar kir ku hêzên wan li gorî agirbesta mirovî tev digerin.

Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê rewşa awarte de êrişên xwe dijwartir kirine.

Macid Feyad teqez kir ku ji bo parastina gel û axa xwe, ew bersiva êrişan didin.

Back to top button