
Bi armanca pêydakirina pêwistiyên civakê Kargeha Newrozê kar û xebatên xwe didomîne. Jinên di Kargeha Newrozê de dixebitin gotin:”Xebat ji bo me gelekî girîng e, xebat jiyana mirovan hêsantir dike.”
Kargeha Newroz a ku girêdayî Aboriya Jinê ye, di çileya 2018’an de li taxa Kelasê a Bajarê Hesekê dest bi karê xwe yê dirûtinê kir.
Kargeh berhemên ku çê-dike li 2 firoşgehên Dirbêsiyê û Qamişlo belav dike.
Piştî belavbûyina vîrûsa koronayê li tevahî cihanê, Kargeha Newroz ji bo endamên nexweşxaneyan cilên fermî didûrin.
Têkildarî mijarê xebatkarên jin ên Kargeha Newrozê axivîn.
Nesrîn Mihemed diyar kir ku armaca Kargeha Newroz pêydakirina pêwistiyên civakê ne û got:
Di kargehê de em 9 jin dixebitin, cilan didûrin û bi buhayekî normal jî difroşin.
Di vê demê de ji bo nexweşxaneyên me cilên wan ên fermî pêwist bûn, ji bo ku em bikaribin rê li ber belav-kirina vîrûsa korona bigirin û parastina xwe bikin me dest bi çêkirina cilên nexweşxaneyê kir.
Emê hemû derfetên xwe têxin xizmeta civakê, ji ber ku em hev-temam dikin û xwedî-derketine li hev yek ji exlaqê me ye .
Xebatkara Îlham Ehmed jî ku li ser makîneya dirûtinê kar dike got:
Me xwest em xebatên xwe bi koçberên kampa Waşokanî re parve bikin.
Li ku derê pêwistî çêdibe em ji bo pêşxistin û pêwistiya civaka xwe amade ne.
Jin ji bo pêşxistin û peydakirina pêwistiyê civakê nimûne ye, di pêvajoya vîrûsa korona de Kargeh ji bo dirûtina cilên bijîşk û karmendên tenduristîyê niha di-nava xebatê de ye.