Helîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da

Endama Grûp Yorûm Helîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da.

Polîsên Tirk avêtibûn ser mala endamên Grûp Yorûm Helîn Bolek û Îbrahîm Gokçek ên di rojiya mirinê de bûn û her du hunermend bi zorê biribûn nexweşxaneyê.

Endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek a dest bi rojiya mirinê kiribû di roja 288’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da.

Grûp Yorûm got, “Em bang li her kesî dikin ku li mala berxwedanê xwedî li şehîda me derkeve.”

Back to top button