JI BO RÊGIRTINA LI BER LEHIYÊ KOMÎTEYEK HAT AVAKIRIN

Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê li herêmê Cizîrê ji bo rê li ber kombûbna av û lehiyan bigire Komîteya Lezgîn ava kir

Komîteya ku hatiye avakirin ji 10 endamên ku ji hemû beşên şaredariyê pêk tê.

Ev komîte 24 saetan li gorî derfetên xwe dixebite.

Erka vê komîteyê ew e ku di rewşên rabûna lehiyan de alîkariya şêniyan bike.

Têkildarî mijarê hevseroka Şaredariya Gel a Girkê Legê Evîn Ebas tekez kir ku şaredarî hewl dide Komîteya Lezgîn bi tevlêbûna saziyên ewlekariyê, xizmetguzariyê û tenduristiyê berfire bike.

Leave a Reply

Back to top button