Di çarçoveya banga ”NY” de,”YE” wê cezayeyên li dijî Sûriyê sivik bike

Piştî banga NY, Yekîtiya ewropayê ragihand ku ew ê cezayên li dijî Sûriyê sivik bike.

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê yê siyaseta derve Josep Borrell piştî civîna ku îro li Birukselê hat lidarxistin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrûsa Coronayê, her wiha hêsankirina rêkarên tenduristiyê wê xebatekek hevbeş a YE bê kirin.

Hat ragihand ku naveroka xebata navborî ew ê ku li ser daxuyaniyeke hevbeş derbarê piştgiryia banga NY a rakirina cezayên li ser hin welatan, di nav de Sûriyê, were lihevkirin

Beriya sekreterê giştî yê NY Antonyo Guteres bang li YE û endamên girûpa G20 kiribû ku cezayên li ser hin welatan rakin, ji bo rêkarên tenduristiyê li van welatan li dijî Coronayê bên hêsankirin.

Back to top button