Corona..Li Mêrdînê jimara miriyan gihişt 4’an.

Li Mêrdînê jimara kesên ji ber vîrûsa Koronayê mirin ne, gihişt 4’an.

Li Mêrdînê herî dawî jina bi navê Verdê Çetîn ji ber nexweşiya vîrûsa Coronayê mir.

Berî Çetîn Cîhat Çetîn ê 64 salî miribû. Her du jî li navçeya Qoser dihatin dermankirin.

Berî niha jî li navçeya Midyat kesê bi navê H. Nûrî Ercan (66) û li navçeya Artûklû yê jî Ridvan Kaya (70) jiyana xwe ji dest dabûn.

Nayê zanîn ku ev kesên mirin di nava bîlançoya Wezareta Tenduristiyê ya Tirk de hene an na.

Di bîlançoya roja 1’ê Nîsanê hatibû ragihandin de li Mêrdînê ti mirinek nehatibû diyarkirin, tenê hatibû îdîakirin ku 34 kes bi vîrûsê ketine.

Back to top button