Bombeyek bi erebeya leşkerên Iraqî ve teqiya, 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn

Li sînorê navçeya Mexmûrê, ji ber teqîna bombeyeke çandî, 2 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê, li ser rêya sereke ya bajarokê Qerac ê li sînorê navçeya Mexmûrê, bombeyeke çandî di wesayîta leşkerên Iraqî de teqiya.

Di encama teqînê de 2 leşkerên Iraqê hstin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Back to top button