Bi Wêne..​​​​​​​MSD’ê avakirina Komîteya Şopandinê ya dosyayên Girtî û Revandiyan radigihîne

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê avakirina Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan li Sûriyê ragihand. Erka vê komîteyê, lêgerîna li ser rewşa tevahî girtî û revandiyên li gel hemû aliyên li Sûriyê ye. MSD’ê bang li hemû aliyan kir ku girtî û revandiyan berdin û rê bidin Xaça Sor ku bighêje navendên girtiyan.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Qamişlo avakirina Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan li Sûriyê ragihand.

MSD’ê dazanîn ku ev civîn li ser daxwaza NY’yê ya berdana girtiyan ji ber metirsiya li ser jiyana wan bi belavbûna vîrûsa Corona û geşkirina agirbestê, pêk hat.

MSD’ê diyar kir ku dem hatiye bêdengî bê şikandin, kêliya rastî û pêkanîna berpirsyarî ji bo girtî, revandî û nediyarên bi zorê dest pê bike.

 MSD: Çareserî bi berdana girtî û darizandina sûcdaran dest pê dike

MSD’ê bîr xist çi çareyeke siyasî pêk were wê li gorî baweriyê be, di serî de jî berdana tevahî girtî û revandiyan û eşkerekirina çarenûsa windahiyan û darizandina kesên sûcên şer û terorê kirin be.

MSD’ê despêkirina dosyayê, bi destpêkirina rêya bidawîkirina azarên gelê Sûriyê û rawestandina herikîna xwîn û êşê binav kir.

MSD: Rê bidin komîteya navnetewî ya Xaça Sor da bighêje navendên girtiyan

MSD’ê hemû binpêkirinên li dijî mafên sûriyan hatine kirin, şermezar kir û ev bang kir:

” Em bang li aliyên li ser xaka Sûriyê bi nakokin, dikin ku li gorî qanûnên navdewletî û hemû hevpeymanên navneteweyî tev bigerin. Em van aliyan berpirsyarê selametiya cesedî û derûnî ya dîlgirtiyan dibînin. Rê bidin komîteya navneteweyî ya Xaça Sor ku bigihêje navendên girtiyan û hemû dadgehên awarte wekî dadgeha meydanî, dadgehkirina terorîstan û desteyên yasayî betal bikin.”

MSD: Ji bo girtiyan em ê danûstandinê bi rêxistinên mirovî û mafnas re bikin

MSD’ê da zanîn ku komîteya wan ji malbatên girtiyan û kesên revandî, pisporên qanûnan û ji çalakgerên civaka sivîlan pêk tê.

Her wiha teqez kir ku ew ê derbarê dosyayê de danûstandinê bi rêxistinên mirovî û mafnas re bikin.

Li gorî daxuyaniya MSD’ê navê kesên di komîteyê de cih digrin evin:

Parêzer Mecdolîn Hesen
Parêzer Luqman Ayana
Parêzer Îsa Îbrahîm
Parêzer Muntesir Taha
Fedwa Mehmûd
Eyhem Seqir
Gabriyêl Mistefa
Egîd Ferhan Îbrahîm

Back to top button