PYD: Azadiya Rêber Ocalan ji azadiya rasteqîn a tevhaî gelan e

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Fedaresyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûrî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelê Kurdistanê û mirovahiyê pîroz kirin û bang dewleta Tirk kirin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rake.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)’ê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê pîroz kir.

PYD’ê di daxuyaniyê xwe de diyar kir ku “Rêber Abdullah Ocalan 21 sal li girtîgehê bi vîn û îsrar berxwedana xwe didomîne.

PYD’ê dest nîşan kir ku 4’ê Nîsanê ji bo gelên herêmê rojeke dîrokî û çarenûsî ye. Azadiya Rêber Ocalan ji azadiya rasteqîn a tevahî gelan e.

Di dawiya daxuyaniya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)’ê de bang li hemû rêxistinên hiqûqî û qanûnî yên navdewletî hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîda li ser rêber Ocalan rabe.

TEV-DEM: 4’ê nîsanê, ji bo gelên Rojhilata Navîn rojbûna dîrokeke nûjen e

Her wiha Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM’)ê jî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelê Kurdistanê û tevahî mirovahiyê pîroz kir û diyar kir ku rojbûna Rêber Ocalan, ji bo gelên Rojhilata Navîn rojbûna dîrokeke nûjen e.

TEV-DEM’ê dest nîşan kir ku, ew ê Îsal, 4’ê nîsanê bi pêxistina mûman û çandina daran pîroz bikin.

Li dawiyê TEV-DEM bang li hemû tevgerên siyasî, civakî, rêxistinên hiqûqî û rêxistinên civaka navdewletî kir ku bi lez bikevin tevgerê Rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî rizgar bikin.

Fedaresyona Gaziyan: Rojbûba Rêber Ocalan, li tevahî mirovahiyê pîroz kir

Her wiha Fedaresyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi daxuyaniyeke rojbûna Rêber Ocalan li tevahî mirovahiye pîroz kir.

Fedaresyona Gaziyan diyar kir ku hebûna xwe bi vê rojê digrin dest.

Fedaresyonê bal kişand ser belavbûna felsefeya Rêber Ocalan li tevahî cihanê û girîngiya wê di rizgarkirina gelên bindest de.

Fedaresyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûrî banga li hemû gelên azadîxwaz kir ku li hember vê tecrîda giran bêdeng nemînin û xwedî li vê rojê derkevin.

Back to top button