Li Stenbolê Merasîma Helîn Bolek ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Îro merasîma Endama Grûp Yorum Helîn Bolek ku di roja 288’an a çalakiya xwe ya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dayî hebû.

Merasîm ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Ajokarê wesayîta cenaze jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.

 

Endama Grûp Yorûmê Helîn Bolek, duh ri roja 288’an a çalakiya xwe ya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû.

Îro ji bo Bolek hat xwestin ku merasim bê lidarxistin.

Ji bo merasîmê, cenazeye Bolek, di saetên sibehê de ji “Mala Berxwedanê” ya li taxa Armûtlû ya navçeya Sariyerê ya Stenbolê hat derxistin û ji bo Mala Cemê ya li navçeya Okmeydaniyê hat şandin.

Lê li Çerxerêya Nûrtepeyê li pêşiya cenazeye Bolek hat birîn.

Piştî rawestandina cenaze, ajokarê wesayîta cenaze û ajokarê wesayîta ku malbata Bolek dibir, ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin.

Li gel vê astengiyê jî bi sedan kes li ber Mala Cemê hatine gel hev û bi dûrişmeyan bertek nîşanî dorpêça polisan didin.

Girse, kilamên Grûp Yorûmê gotin.

Piştî demekê pêşiya girseya ku xwest ber bi Goristana Ferîkoyê ve bimeşe, ji aliyê polisan ve hat birîn.

Li dijî vê astengiyê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Polisan mudaxaleyê girseyê kirin û hejmareke zêde kes piştî derbkirinê binçav kirin.

Girseya ku piştî mudaxaleya polisan dîsa li ber Mala Cemê li hev kom bû û sekna xwe li vir didomîne.

Cenazeyê Bolek jî bi zora polisan ber bi Goristana Ferîkoyê ve derket rê.

Back to top button