Hêzên Amerîka û koalîsyona navdewletî, îro baregeha Hebaniya ya li Enbar a Iraqê jî vale kirin û radestî hêzên hikumetê kirin.
Li gorî ragihandina Iraqê, leşkerên Amerîka û koalîsyona navdewletî ku ji baregehê derketin, derbasî baregeha Eyn Esed bûne.
Her wiha hat zanîn ku hêzên Amerîkayê beşek kel û pelên xwe ji hêzên Iraqê re hiştine.
Ev pêncemîn baregehe ku leşkerên Amerîka û koalîsyona navdewletî, di nava mehekê de vale dike û radestî hêzên Iraqê dikin.
Heta niha baregehên Nînewa, K1 ya li Kerkûkê, El-Qaim, El-Geyara radestî hêzên Iraqê hatine kirin.
Di 20’ê Adarê de koalisyona navdewletî ragihand ku ew ê ji ber tirsa ji vîrûsa corona û têkribina DAIŞ’ê, hêzên xwe li Iraqê ji nûve bicih bike.