Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Medîq ê Şehbayê û gundên rojavayê Girê Spî topbaran kir.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dewam dike.
Îro careke din artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Til Medîq ê kantona Şehbayê bi obusan topbaran kir.
Her wiha dewleta Tirk gundên Evdiko û Kopirlik yên Girê Spî jî topbaran kir.
Duh jî artêşa Tirk a dagirker nuqteyên rejîma sûrî yên li gundên Kopir-lik, Evdiko û Qizelî yên rojavayê Girê Spî topbaran kir.
Di encam de 2 leşekerên rêjîmê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.