Li Qamişlo çeteyên Difai El-Wetenî êrîşî erebeyk asayîşê kir

Îro çeteyên Dîfai El-Wetenî gule li ewrbeyeke Hêzên Asayîşê barandin di encamê de, endamekî Asayîşê şehîd û yek jî birîndar bû..

Piştre jî tevliheviyeke mezin li wê deverê çêbû û Asayîş ketin seferberiyê..Agahiyên bêhtir di vê nûçeyê de hîn bibin..

Helbet ev yek jî piştî ku çeteyên Dîfa El-Wetanî yên girêdayî Rejîma Sûrî erebeyek Asayîşê kir armanc, derketiye holê..

Di armancgirtina erebeyê ku li çarxeriya Sibeh Behrat a di çargoşeya Ewlekariyê de pêk hatiye, ajokarê erebê Waêl Ciwan Salih şehîd bû û endamekî din ê Asayîşê Mihemed Sebrî Elî birîndar bû..

Ji lewre, hêzên Asayîşê ketin seferberiyê û li her derê endamên xwe belav kirin…

Li her koşeyeke nêzî nuqteyên Rejîmê, Asayîş heye..

Piştî wê bi çend saetan, şandeyeke Rûsî piştî ku bêhtirî 15 deqeyan li ser bendê Asayîşê rawestiya derbasî çargoîeya Ewlekariyê ango gel hêzên Rejîmê bû..

Paşê heman şande, derbasî gel hêzên Asayîşê bû..

Têkildarî hevdîtinan, me ti agahî nehatin bidestxistin, lê belê amadekariya Asayîşê heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî dewam dikir..

Back to top button