Hikumeta Şamê 2 rewşên ku ji coronayê baş bûne ragihandin

Hikumeta Şamê ragihand ku ji 16 rewşên ku bi vîrûsa Coronayê ketine, 2 kes rehet bûn.

Wezareta Tenduristiya ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku li herêmên jêr kontrola wê, ji 16 kesên ku bi vîrûsa Coronayê ketibûn, 2 kes rehet bûn.

Bi vê yekê bi giştî li Sûriyê, li herêmên hikumeta Şamê ji 16 kesên ku beriya niha bi vîrûsa Coronayê ketibûn, 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha 2 jî rehet bûne.

Duh jî li tevahiya herêmên heman hikumetê qedexeya derketina derve ya rojên În û Şemiyê dest pê kir.

Beriya 2 rojan jî Rêxistina tenduristiyê ya Cîhanî hişyariya xeteriya belavbûna vîrûsa Coronayê li Sûriyê dabû.

Komîseriya Bilind a NY, daxwaz ji hikumeta Sûrî kir ku, ji bo rêgirtina belavbûna vîrûsa coronayê, girtiyan ji zindanan berde.

Back to top button