Peymangeheke Amerîkî: Tirkiyê 29 hezar leşker şandine Idlibê

Paymangeheke lêkolînên şer a Amerîkî ragihand ku dewleta Tirk 29 hezar leşker şandine Idlibê.

Paymangeha Lêkolînên Şer a bi ser Wezareta Parastina Amrîkayeyê ve bi raporekê diyar kir ku di nav de tank û amûrên endiziyariya lojistîk dewleta Tirk 29 hezar leşker şandine Idlibê.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ew hêzên ji bo Idlibê hatine şandin tevî Yekiniyên Komondo, ji Tîmên Taybet pêk tên.

Hat ragihand ku armanca ji şandina van hêzan jî ew e ku li ser riya M4 rê li ber hêzên rejîmê bigirin.

Paymangeha Lêkolînên Şer a bi ser Wezareta Parastina Amrîkayeyê teqez kir ku dewleta Tirk xwe ji bo şerekî li dijî hêzên rejîma Sûrî amadekariyan dike.

Çavdêriya Sûrî: Ji Sibata borî ve Tirkiyê bêhtirî 10 hezar leşker şandine Idlibê

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî ragihand ku ji Sibata borî ve dewleta Tirk bêhtirî 5 hezar û 655 maşîneyên leşkerî û 10 hezar û 250 leşker şandine Idlibê.

Back to top button