Pêngavên pakkirinê ji bo pêşlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê li bakur û rojhilatê Sûrî dewam dike. Îro Şaredariya Gel a Eyn Îsayê dest bi pêngava pakkirinê kir.
Pêngava pakkirinê ji kolana sereke ya navçeyê dest pê kir.
Di pêngavê de stêrên avê hatin bikaranîn û paşê wê kolanên şaxî yên navçeyê werin pakkirin.
Hevserokê Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Eyn Îsayê Nûr Emîn diyar kir ku wê baxçeyên giştî û cihên olî jî werin pakkirin.
Qedexeya derketina derve jî ku ji bo selametiya şêniyan hatî ragihandin di roja 13’an de dewam dike.
Hêjayî gotinê ye, heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîrûsa Corona di ti kesî de ne hatiye dîtin.