Corona..Meclisa Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî hin biryar girtin

Wekî tedbîrên li dijî derketina vîrûsa Coronayê, Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî hin biryarên nû girtin.

Hin biryarên xwedî hejmar 3 ku hatin girtin ev in:

1-Hemû civîn û kombûnên li saziyên Adaleta Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûrî tên qedexekirin.

2-Dewam li saziyên Adaleta Civakî li gorî sîstema nobetê dewam dike.

3-Hemû celseyên li dewawînên Edaletê heta dîroka 23.4.2020 tên taloqekirin.

4-Danûstandin û xebatên desteyên Edaletê bi dadwerê nobedar re bi riya internêtê tên cîbicîanîn.

Back to top button