li Iraqê 58 kes din bi Coronayê ketin

Li gorî wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê, di nava 24 saetan de 58 kes bi vîrûsê ketin.

Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê di daxuyaniyek de ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li seranserê Iraqê 58 kes bi virusê ketine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirrin ku li Bexda 3 kes, Besra 9 kes, Necef 34 kes, Silêmanî 4 kes, Hewlêr 6 kes, Diyale û Musena 2 kes bi virûsê ketine.

Tevî danînên dawî yên Wezartê, heta niha li Iraqê jmara kesên bi virûsê ketine gihişt 878 kesan, jê 56 kes jiyana xwe ji dest dane û 259 jî tendirûstiya wana baş bûye.

Back to top button