Çeteyên li Girê Spî erebeya svîlekî gule barandin

Çeteyên dewleta Tirk yên li Girê Spî erebeya sivîlekî gule barandin û ew tevî erebeyê revandin.

Li Girê Spî jî heman kiryar dewam dikin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya di navbera Girê Spî û gundê Avdeko de erebeyek sivîlan kirin hedef.

Di encamê de xwediyê erebeyê birîndar bû.

Leşkerên artêşa Tirkiyê sivîlê birîndar tevî erebeya wî ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

Back to top button