Li Tirkiyê 3 hezar û 13 kes bi vîrûsê ketine û 76 jî mirine

Desthilatdariya Tirkiyeyê 3013 rewşên nû yên bi Coronayê ketine û 76 jî mirine, ragihand.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca li ser Malpera xwe ya Twitterê serjimêra dawî ya derbarê nexweşiya vîrûsa Coronayê parve kir.

Fahrettîn Koca diyar kir ku di nava 24 saetan de 3013 kes bi vîrûsê ketine, 76 kes jî jiyana xwe ji dest dane û 302 jî rehet bûne.

Bi giştî heta niha li Tirkiyê zêdeyî 23 hezar kes bi vîrûsê ketine, 501 kes jî mirine û 786 jî rehet bûne.

Back to top button