Komkujî Dêra Zorê li bejahiya Tibnî, 8 kes hatin kuştin

Duh li bejahiya Tibnî ya Dêra Zorê, komkujiyek pêk hat, 8 kes di nav de 2 jin hatin kuştin.

Ajansa Sanan a Hikumeta Şamê ev komkujî spart çeteyên DAIŞ’ê.

LI gorî agahiyan ji meha çila hata niha 52 sivîl li bejahiya Dêra Zorê hatine kuştin.

Duh li bejahiya Tibnî ya Dêra Zorê komkujiyek pêk hat.

8 sivîl di nav de du jin ku pezê xwe li gundê Me’dan Etîqa ya din bin kontrola rejîma sûrî de, diçêrandin hatin kutştin.

Li Şahidan, komek ji kesan li ser motosiklêtan rûgirtî bûn, sivîl kuştin û pezê wan dizîn.

Hat idîakirin ku ev kesên komkujî pêk anîne, pazdarên Iranê ne, lê ajansa Sanayê ev komkujî sipart çeteyên DAIŞ’ê.

Lê heta niha jî çeteyên DAIŞ’ê ev komkujî negirtiye ser xwe.

Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûrî navê sivîlên hatin kuştin parve kir:

Fetîm Hisên El-Ebdulah.

Fida Ehmed El-Salim.

Ferhan Fewaz El-Be’na.

Xalid Ehmed El-Ebdulah.

Îd Ewad El-Salih.

Ebû Hesen El-Wran.

Û Kemal Hesen El-Wran.

Ev ne cara yekê ye ku, di dema çêrandina pez de, sivîlan li bejahiyên Reqa, Dêra Zorê û Homsê tê aramancgirtin.

23’ê Sibatê 11 sivîl, di dema çêrandina pezê xwe de, li bajarokê El-Xanim El-Elî û Zor Şemer yên Dêra Zorê ji aliyê komeke çekdar hatin kuştin.

Tevî kuştin her 11 kesan terektor, erebeyek û 2 hezar serî pezê wan dizîn.

10’ê Çile jî, 6 sivîl li bajarokê Ebîsan û Mexlef yên Helebê hatin kuştin.

5’ê heman mehê jî 27 sivîl li Me’dan û Sebxa yên Dêra Zorê hatin kuştin.

Tevî têkçûna DAIŞ’ê li ser erdê jî, lê hîna şaneyên wê yên veşartî, li dijî sivîlan pêk tînin.

Back to top button