ŞERVANÊN QSD’Ê BI SEDAN SIVÎLÊN DIN LI ENIYA HECÎNÊ RIZGAR KIR

Qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Şervanên QSD`ê bi sedan sivîlên din jî ji eniya Hecînê rizgar kirin û ew birin herêmên bi ewle.

Qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe didome.

Şervanên QSD hewl didin sivîlan rizgar bikin û wan ji herêmên şer dûr bixin.

Çeteyên DAIŞ`ê li eniya Hecînê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin da ku pêşveçûnên şervanan asteng bikin.

Di vê çarçoveyê de li eniya Hecînê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar rû didin.

Şênî ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de direvin û hewl didin ber bi herêmên ewle ve biçin.

Lê çeteyên DAIŞ’ê mayinan li ser rêyan diçînin da ku sivîl ji herêmê dernekevin.

Şervanên QSD`ê jî ji bo rizgarkirina şêniyan korîdorên ewle vekirin û nêzî 700 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, ji eniya Hecînê rizgar kirin.

QSD’ê Sivîl ber bi herêmên ewle ve birin û ji xetên şer ên navbera şervanan û çeteyan dûr xistin.

Leave a Reply

Back to top button