Piştî belavbûna zêde ya vîrûsa Coronayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê, li herêmên cuda yên welêt, maseyên krîzê ava kirin. Ev mase, bi rêya telefonê xwe digihînin mirovên bi vîrûsê ketine.
Maseyên krîzê, hewl didin pêwîstiyên kesên nexweş pêyda bikin û ji wan re bibin bersiv.
Heta niha, ev mase li Stockholma paytext û li 7 bajarên din hatine avakirin.
Hevserokatiya NCDK a Swêdê diyar kir ku, divê piştgirî û alîkariya bi penaber û Swêdiyan re bê xurtkirin.
Hevserokatiyê her wiha anî ziman ku maseyên wan yên krîzê, wê ji bo her mirovên li Swêdê kar bikin.