Li Qamişlo..Çeteyên bi navê ”Difai El-Wetenî” êrîşî erebeyeke Asayîşê kir

Duh çeteyên bi navê Dîfai El-Wetenî gule berdan erebeyeke Hêzên Asayîşê, di encamê de, endamekî Asayîşê şehîd û yek jî birîndar bû.. Piştre jî tevliheviyeke mezin li wê deverê çêbû û Asayîş ketin seferberiyê.

Hêzên Asayîşê ragihand ku, “hikûmeta Şamê berpirsiyara şehdaet û birîndarkirina endamên wan e”.

Doh li çerxereya Sebi Behret a Çargoşeya Ewelakriyê, çeteyên Dîfai El-Wetenî gule li dewriyeke hevbeş a Asayîş, Şaredarî û tîmên Tenduristiyê barandin.

Di êrîşê de ajokarê erebeyê şehîd bû û endamekî Asayîşê birîndar bû

Di encamê de, ajokarê erebê Waêl Ciwan Salih şehîd û endamekî din ê Asayîşê Mihemed Sebrî Elî birîndar bû.

Asayîşê jî şehdata endamê xwe ragihand û da zanîn ku, di wextekê de ku tedbîr ji bo Corona zêde dibin, wê erebeya endamên Asayîşê vediguestin devereke din.

Piştî vê bûyerê, Hêzên Rûsî jî, ku 15 deqeyan li ser bendê kontrolê yê Asayîşê rawestiyan, derbasî gel Rejîmê û paşê cem Asayîşê bûn.

Hemwextî vê jî, Asayîş li her deverê belav bû û li her koşeyekê nêzî hêzên Hikûmeta Şamê, xwe bi cih kirin.

Wê aloziyê dewam kir û nehat zanîn ka wê ev pirsgirêk dewam bike yan na.

Lê belê Fermandariya Asayîşê got “wê qet ev karên bi vî rengî vîna wan a pêkanîna ewlehiyê têk nebe”.

Helbet ev yek di wextekê de hat ku, herêm di qedexeya derketina derve derbas dibe û xelk ji bo xweparastina ji Coronayê, di malên xwe de dimînin û dûrî tevliheviyan rojên xwe derbas dikin.

Back to top button