Li Efxanistan serçeteyekî DAIŞ’ê û 19 çeteyên din hatin girtin

Meclisa Niştimanî ya hêzên ewlekariya Efxanistanê, ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê yê berpirsê Şaxê Xorasanê Islam Farûqî û 19 çeteyên din hatin girtin.

Meclisê teqez kir, wan duh ev yek di çarçoveya “operasyoneke dijwar” de pêk anî.

Li gorî berpirsekî Meclisa Niştimanî ya Hêzên Ewlekariya Efxanî, Farûqî êrîşa 25ê Adarê ya li ser perestgeheke Hindos û Sîxiyan li Kabulê pêk anîbû, di encamê de jî 25 kesan jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên DAIŞ’ê, gelek caran êrîş li dijî sivîl û hêzên leşkerî yên Evxanî pêk anîne, nemaze piştî îmzekirina Peymana Aştiyê di navbera Amerîka û Tevgera Talîbanê de.

Back to top button