TEVGERA AZADÎ MIJARA GIRTINA NAVENDÊN XWE BIR BEXDAYÊ

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê dosya qedexekirin û girtin navendên xwe bire Bexda û li Nivîsgeha Karûbarên Hizban gilî kir.

Îro şandeyek Tevgera Azadî ji endamên Desteya Rêveber a Tevgerê Hisên Kerkûkî û Parlamentera Nifşê Nû ya Iraqê Yusra Receb pêk tê, serdana Iraqê kirin.

Şande li Nivîsgeha Karûbarên Hizbên Siyasî ya li Bexda li dijî girtina navend û qedexekirinê gilî tomar kir.

Rêveberê Nivîsgeha Karûbarên Hizban Ebdulah Faz Hisên jî eşkere kir ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê destûra fermî girtiye û nabe ne li Iraqê û ne jî li Başurê Kurdistanê rê li pêşiya çalakiyên wan were girtin.

Rêveberê Nivîsgeha Karûbarên Hizban Ebdulah Faz Hisên soza ku kar li ser mijarê bikin û mijarê çareser bikin da .

Leave a Reply

Back to top button