Xetên xirabûyî hatin sererastkirin, lê heta niha av negihiştiye şêniyên Hesekê

Xebatkarên Werşeya çêkirinê ya Şaredariya Gel a Til Temirê sererastkirina xetên avê ku di encama topbarana dewleta Tirk de hatibûn qutkirin, bi dawî kir.

Lê heta niha av ji stasyona Elok ji bo herêmê ne hatiye berdan. Hevseroka Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir ku wê stasyon heta 15 saetan tijî bibe û sibe wê av li ser şêniyan were belavkirin.

 

2’ê Nîsanê, dewleta Tirk a dagirker boriya avê ku ji Stasyona Elok tê û avê derbasî herêmên Hesekê dike kiribûn hedef.

Di encamê de boriya avê ya li gundê Um El-Kêf a li bakurê Til Temirê teqiya û av li ser herêmê qut bû.

Tevî ku ew dever xetere jî lê xebatkarên Werşeya çêkirinê ya Şaredariya Gel a Til Temirê berê xwe dan cihê boriya avê lê teqiyayî.

Xebatkarên Werşeya piştî ku du rojan di wan xetan de xebitîn, doh bi şev xet hatin sererastkirin.

Nûçegihanê me diyar kir ku xebatên sererastkirina xetên avê bi dawî bû, lê heta îro jî av negihaye şêniyan.

Sedema vê yekê jî, valabûna avê di stasyona Elok de ye.

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir ku 15 saet divê heta ku stasyon tijî av bibe.

Sozdar Ehmed anî ziman ku ger dewleta Tirk stasyonê carekedinê nede rawestandin ewê sibe avê li şêniyan belav bikin.

Artêşa Tirk ev cara 5 ye avê li ser Hesekê û navçeyên wê bi rêya rawestandina stasyona Elokê qut dike.

Back to top button