Efrîn..Çeteyên li Şiyê û Şêrewa 7 sivîl revandin

Li Efrînê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bo guhartina demografiya Efrînê kirayarên qirêj pêk tîne. Li gundê Birc Hêder yê Şêrewa Çeteyan 6 sivîl revand. Li Efrînê jî bace li ser 50 malî ferz kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo herêma Efrînê bixe di bin serweriya xwe, û demografiya Efrînê bigihure.

kiryarên qirêj li dijî şêniyên resen yên Efrînê pêk tînin. sivîl direvînin û malan desteser dikin.

Navenda belgekirina binpêkirinan a bakurê Sûrî ragihand ku Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Ebdulah Mihemed Mistefa ji navçeya Şiyê revand.

Navendê diyar kir ku ji bo berdana wî çete 10 hezar Dolar fidiye xwest.

Li gundê Birc Hêder yê navçeya Şêrewa jî çete bi ser gunda girtin û 6 sivîl revandin.
kesên hatina revandin ev in: Egîd Hesen, Tarêq Silêman, Xidir Hec Elî, Xelîl Hec Elî, Reşîd Hesen,Silêman Hemo û Silîman Arêrf yê ji gundê Kefr Nebo ye.

Çalakvanan dan zanîn ku çarenûsa kesên revandî heya niha ne diyar in.

Çete li taxa sînaa ya Efrînê bace li ser 50 malî ferz kirin

Rêxista mafê mirovan a Efrînê jî da zanîn ku li Texa Sîna ya Efrînê çeteyan bace li ser 50 malên kurd ferz kirin.

Di vê çarçoviyê de Naveda çavdêriya mafê mirovan a Sûrî ragihand ku di meha Adarê borî de dewleta Tirk û çeteyên wê, 43 sivî ji herêma Efrînê revand.

Her wiha malên kurdan desteser dikin û bi buhayên erzan didin.

Back to top button