Li Ewropa beriya ku kes bimrin, gora wan têne kulandin

Ev daneyên ku derketine, bêçaretiya welatên cihanê ku xwe xwediyê cihanê dibînin, radixe ber çavan. Amarîkaya ku dinava bêçaretiya xwe de bêdeng bûyî, binketina xwe radigihîne.

Serokê DYA diyar kir ku dibe rojên pêşde bîlanço hîn girantir bibe. Li Ewropa jî beriya ku kes bimrin, gora wan têne kulandin.

 

Trump: Hefteyên pêşiya me, ji bo me wê pir zehmet be

Welatên cihanê yê herî bêhêz li pêşberî vîrûsa Corona jihev dikeve.

DYA ku xwe hêza sereke ya cihanê didît, niha li pêşberî vîrûsê dinava bêçaretiyê de dihilweşe.

Amarîka binketina xwe qebul kir.

Bajarê binav û deng New York yek ji bajarên herî zêde li Parzemîna bakur a Amerîka ziyan ji vê yekê dîtiye.

Serokê DYA Donald Trump diyar kir welatê wî ku bi vîrûsa kujer re şer dike, dibe ku di hefteyên pêş de hîn zêdetir miriyan bide.

Ev gotinên Trump di daxuyaniya ku rojane têkildarî rewşa li welêt dide de, derket.

Trump dazanîn ku dibe, di nava 2 hefteyên pêş de, jimara herî zêde ya miriyan pêk were.

Li Berazîlya beriya kes bimre, gor hatine kolandin

Li parzemîna başûr a Amarîkayê jî rewş mîna ya bakure.

Ev dîmenên gorên li bajarê Sao Paulo yê Berazilya hatiye kişnadi ne.

Ev dîmen nîşaneya wê yekê ye ku wê jimara qurbaniyên ji ber vîrûsê zêde bibe.

Li Spanya rewşa awerte hat dirêjkirin

Vîrûsa ku parzemîna Ewropa xistî bin kontirola xwe, rojane bîlançoyên nû li ser jimara qurbaniyên xwe zêde dike.

Piştî DAY welatê ku herî zêde ji vîrûsê ziyan ditî û dibîne, Spanya ye.

Serokwezîrê Spanya Pedro Sanchez heta 26’ê Nîsanê dema rewşa awerte dirêj kir.

Sanchez bi daxuyaniya ku li paytext Madrîd dayî, careke din balkişand li ser metirsiya heyî.

Serokwezîrê Spanya işaret bi hevkariya gel a bi wan re kir û got:

Rewşa me, bi hevahengiya di navbera biryar û pêkanîna gel de wê xuya bike.

Li Londonê cihek nû ji bo ragirtina cenazeyan tê çêkirin

Li Ingiltere jî rewş berbi hilweşînê ve diçe.

Wisan xuyaye ku cihên miriyan yên li welêt bi têrê nake ku heta cihên nû tên avakirin.

Li aliyê rojhilatê paytext Londonê cihek nû ji bo cenazeyan tê çêkirin.

Li Ûkrayna bisedan gor hatine kolandin

Li bajarê Dnipro yê Ûkrayna jî beriya mirin pêk were gor tên çêkirin.

Rêveberiya welat bi vê polîtîkayê dide xuyakirn ku ew li pêşberî vîrûsê tenê tişta dikarin bikin çêkirina gorane.

Ji xwe serokê şaredariya herêmê Boris Filatov roja pêncşemê li ser hesabê xwe yê malpera civakî ragihandibû ji bo her rewşeke gengaz ya vîrûsê wan bi sedan gor kolane.

Back to top button