Li Iraq û Başûrê Kurdistanê jimara miriyan gihişt 61’an

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku di 24 saetên dawî de li Iraq û Başûrê Kurdistanê 5 kesên din ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dane, 83 kes bi vîrusê ketine û 20 kes jî rehet bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Bi daxuyaniyekê daneyên 24 saetên dawî yên derbarê vîrusa Coronayê ragihand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Bexdayê 27, li Besrayê 10, li Necefê, 6 Silêmaniyê 1, li Hewlêrê 18, li Diyaleyê 5, li Musenayê 6, li Babilê 1, li Kerbelayê 4, li Kerkûkê 4 û li Zîqarê 1 kes bi vîrusê ketine.

Li gorî daxuyaniyê, di nava 24 saetan de li Bexdayê 2 kes, li Necefê kesek, li Silêmaniyê kesek, li Diyaleyê kesek bi giştî 5 kesan jî ji bo vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 20 kes jî rehet bûne.

Bi giştî heta niha li Iraqê û Başûrê Kurdistanê 961 kes bi vîrusa Coronayê ketine, 61 kes jî jiyana xwe ji dest daye, 279 kes jî rehet bûne.

Back to top button