Li herêma Efrînê qedexeya derketina derve heya 15’ê Nîsanê dirêj kir

Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê biryar da ku qedexeya derketina derve heya 15’ê Nîsanê dirêj bike.

Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê, duh civîna xwe ya çaremîn li dar xist.

Di civînê de biryarên nû derbarê rêgirtina li ber vîrusa Coronayê hatin dayîn.

Derbarê mijarê de hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neiso axivî û ev xal destnîşan kirin:

– Dema qedexeya derketina derve wê heta 15’ê Nîsanê dirêj bibe.

– Ji bo dikanên goşt û mirîşkan ji sibeha heta saet 18:00’an dikarin werin vekirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neiso bang li gel kir ku di malê de bimînin, dûrî deverên kom bibin.

Back to top button