Rêveberiya Xweser: Em piştgiriyê didin însiyatîfa MSD’ê ya girtî û wendayan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî girêdayî însiyatîfa MSD’ê ya girtî, kesên revandî û windayên li tevahiya Sûriyê, diyar kir ew amade ye bi tevahiya derfetên xwe vê însiyatîfê bi ser bixe.

Rêveberiyê destnîşan kir ku “ji ber dewamkirina aloziya Sûrî, karesteke mirovî rû da û bi hezaran kes wendayî ne û heya niha çarenûsa wan ne diyar e û ev yek bandorek mezin li jiyana malbat û zarokên kesên wendayî dike.”

Rêveberiyê anî ziman ku, tevahiya girtîgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, li pêşiya hemû aliyên ku vê dosyayê dişopînin, vekirî ne.

Rêveberiyê her wiha diyar kir, ew ji însiyatîfa MSD re vekirîne û ew amade ne bi hemû derfetên xwe vê yekê bi ser bixin.

Rêveberiya Xweser got, ew ê bi kesên têkildarî vê însiyatîfê re hevkar bin da ku çarenûsa wendayan li herêmên Rêveberiyê eşkere bikin û bang li tevahiya aliyan kir ku di vê çarçoveyê de hevkar bin.

Back to top button