Vîrûsa Corona..Li Silêmaniyê, 3 rewşên nû hatin tomarkirin

Vîrûsa corona li beşên Kurdistanê jî belav dibe û her roj bîlançoya qurbanan û jimara nexwşan zêde dibe.

Her dawî 3 rewşên nû li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê hatin tomarkirin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî jimara qurbanan 500 derbas kir.

Ji xwe Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, di nava 24 saetên dawî de bîlançoyên herî mezin tomar kirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku, li parêzgeha Silêmaniyê 3 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.

Bi vê yekê, jimara nexweşên Corona li Başûrê Kurdistanê bi giştî dibe 236 kes.

Li gorî Wezaretê, heya niha 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 85 kes jî rehet bûne.

Vîrûsa Corona..Li Iraqê, 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Iraqî jî ragihand ku di 24 saetên dawî de li seranserî Iraqê, 5 kesên din ji ber vîrûsa Coronayê mirine, 83 kes bi vîrûsê ketine û 20 kes jî rehet bûne.

Li gorî daneyên nû, li Iraqê heya niha 961 kes bi Coronayê ketine, 61 kesan jiyana xwe ji dest daye û 279 kes jî rehet bûne.

Vîrûsa Corona..Jimara qurbanan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû 574

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî, li gorî Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, jimara kesên ji ber Coronayê mirine, gihiştiye 574 kesan.

Koca, li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku, li Tirkiyê di nava 24 seatên dawî de, 3 hezar û 135 kes bi vîrûsê ketine û ji wan 73 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, heya niha 27 hezar û 69 kes nexweş in, ji wan 574 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Vîrûsa Corona..150 kesên din li Îran û Rojhilatê Kurdistanê mirin

Her wiha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, di nava 24 saetên borî de, 151 kesên din bi vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanuş Cîhanpur, ji duh heya îro jî, 2 hezar û 483 kes li welêt bi Coronayê ketine.

Bi vî awayî jimara kesên li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi Coronayê mirine, gihîşt 3 hezar û 603 kesan û jimara kesên nexweş 58 hezar derbas kir.

Back to top button