QSD: 228 ÇETE HATIN KUŞTIN Û 35 BAREGEGÊN PARASTINÊ HATIN RÛXNADIN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê didome û derbên bi bandor li çeteyên DAIŞ’ê tê xistin.

Navenda ragihandina QSD’ê encama şerê 3 rojên dawî eşkere kir.

Li gorî vê, 228 çete hatin kuştin û 35 baregehên parastinê hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çepemniyê ya QSD’ê encama şerê 3 rojên derbasbûyî ya Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan;

Di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer dijwar diqemin.

Çeteyan bi erebeyên zirxî û doçka êrîşî çeperên şervanan kirin, lê belê şervanan bersiv da û êrîş têk birin.

Di encamê de hejamrek çete hatin kuştin û erebeyeke zirxî hat teqandin.

Balafirên Koalîsyonê jî baregehên çeteyan bombe kirin û hejmarek ji wan rûxandin.

Li eniyeke din a qonaxê piştî şerên dijwar şervanên QSD’ê 1 KM pêş ketin û 18 nuqteyên parastinê ava kirin.

Di van şeran de 20 çete hatin kuştin.

Çeteyan hewl dan bi çekên giran, zirxî û avêtîna bêserûber a topên Hawanan, êrîşî nuqteyên navborî bikin.

Lê belê şervanên QSD’ê bersiveke tund da.

Di encamê de çeteyên êrîşkar hatin kuştin û cebilxaneya wan hat teqandin.

Balafirên Koalîsyonê jî, hejmareke baregeh, erebe û navendên serkêşiyê yên çeteyan rûxandin.

Li Eniya Hecînê jî, şerekî giran di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de rû da.

Şervanên QSD’ê piştî şkandina xetên parstinê yên çeteyan, 3 Km pêşve çûn û 61 nuqteyên parastinê ava kirin.

Balafiran jî çend êrîşên hewayî bi ser kombûnên çeteyan pêk anîn û xetên lojistî li ser wan qut kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê bi 40 erebeyên Doçka û zirxî êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê kirin.

Şervanan demlidest beriv da, 11 çete hatin kuştin û hejamreke erebe hatin teqandin.

Li aliyekê din jî şervanan zêdetirî 1000 sivîlî ku piraniya wan jin û zarok in rizgar kirin.

Şervanan sivîl gihandin herêmên ewle û alîkariya lezgîn ji wan re pêşkêş kirin.

Navenda Ragihandina QSD’ê li ser bîlançoya şerê eniyan jî ev agahî dan.

228 çete hatin kuştin

228 ÇETE HATIN KUŞTIN

Balafirên Koalîsyonê 115 êrîşên hewayî pêk anîn.

115 ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

35 baregehên parastinê, 23 cihên mabûna çeteyan û 3 navendên pêgihandinê hatin rûxandin.

35 BAREGEHÊN PARASTINÊ

23 CIHÊN MABÛNA ÇETEYAN

3 cerafe, 7 çekên doçka, çekek dij-balafir, 7 motskilêt, 6 erebeyên leşkerî û 2 qaîdeyên topavêja hawanan hatin teqandin.

Leave a Reply

Back to top button