WASHINGTON: EM Ê PÊVAJOYA ASTANA Û SOÇIYÊ BI DAWÎ BIKIN

Aloziya Sûriyê derbasî pêvajoya şerê dîplomatîk bûye..

Pêvajoya ku Rûsya, dewleta Tirk û Îranê rêve dibir, ango Astana û Soçî gihan serî.

Emerîka careke din ket dewrê.

Nûnerê Taybet ê Emerîkayê li Sûriyê James Jeffrey li ser pirsa plana Emerîkayê çi ye; got:

“Em ê vegerin Neteweyên Yekbûyî.”

Li Sûriyê ne tenê şerê fizîkî, şerekî dîplomatîk ê dijwar diqewime.

Tora 11’emîn a Astana ku 28 û 29’ê meha derbasbûyî hat lidarxistin, bi encameke binketî derket.

Hema piştî wê Nûnerê Taybet ê Emerîkayê li Sûriyê James Jeffrey bi koma biçûk a aloziya Sûriyê re civiya.

Koma biçûk, ji Brîtaniya, Fransa, Almanya, Siûdî Erebistan Misr û Urdunê pêk tê.

James Jeffrey diyar kir ku wan di civînê de li ser meşandina pêvajoya siyasî ya bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî û li gorî biryara 2254 teqez kiriye.

Her wiha ji De Mistura hat xwestin ku heta 31’ê vê mehê, komîteya destûrê bê çêkirin.

Jeffrey destnîşan kir ku divê civata navdewletî zextê li rejîma Sûrî bike, ku pêvajoyê di bin serpereştiya Neteweyên Yekbûyî de qebûl bike.

Nûnerê Emerîkayê li ser civînên Astana û Soçiyê wiha got:

“Destpêka pêvajoya Soçî û Astanayê ya 2017’an, li hemberî me rêyeke girtî hebû.

Heta niha dibêjin demeke dawî ya lihevkirinê nîne.”

Nûnerê Taybet ê Emerîkayê li Sûriyê James Jeffrey dawiyê de li ser pirsa plana Emerîkayê çi ye; got: “Em ê vegerin Neteweyên Yekbûyî.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku danûstandinên Sûrî-Sûrî bi slogana ‘Avakirin û Pêşketin’ li navçeya Eyn Îsayê di 28 û 29’ê meha derbasbûyî hat lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button