Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kir, wan şaneyeke sîxur ku xwe di saziyên Rêveberiya Xweser de bi cih kiribû, girt.
Hêzên Ewlekariyê, 3 mehê, şaneyeke sîxur ku ji 5 kesan pêk tê girt.
Di vê şaneyê de, 2 jinan jî cihê xwe girtibûn.
Erkê wan jî, şopandina liv û tevgera QSDê û komkirina agahiyên der barê xebata saziyên ewlekariyê bû..
Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariyê, vê şaneyê amadekariyên operasyonên kuştina fermandarên rêveberiyê, çalakiyên civakî, siyasî, tevliheviya neteweyî û olî dikirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûrî teqez kir ku “ewlehiya jiyana civakê erkekî wan û wê li dijî hemû kesên hewldana têkbirina destkeftiyên gel dikin, bisekinin”.