Rêveberiya Xweser, qedexekirina derketina derve 15 rojên din dirêj kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, qedexekirina derketina derve ku ji bo silametiya gel ragihandiye, 15 rojên din dirêj kir.

Rêveberiya Xweser der barê mijarê de, biryarnameyek bi jimara 32 belav kir.

Li gorî biryarnameyê, qedexekirina derketina derve 15 rojên din, ji sibeha roja Sêşemê 7’ê Nîsanê heya 21’ê Nîsanê hat dirêjkirin.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku, tevî aliyên destpêkê yên ku qedexe ji bo wan ne derbasdar e, vê carê dermanxaneyên çandinî, beytera û dikanên ku alavên çandiniyê çaksaz dikin û parçeyan difroşin, dikarin werin vekirin.

Lê ev dikan, wê ji saet 5’ê piştî nîvro, heya 1ê Sibeha roja din werin vekirin.

Rêveberiya Xweser cara yekê 19’ê Adara 2020an qedexekirina derketina derve ragihandibû.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, ji bo alîkariya gel, bi biryarnameyek din a jimara 33’an hemû fatoreyên av, Kehrebe û paqijiyê ji bo dewreya sêyemîn betal kir.

Back to top button