Li Serê Kaniyê ji ber cilşokekê, çeteyên dewleta Tirk pev ketin, 4 çete birîndar bûn

Ji ber parvekirina dizîna kelûpelên sivîlan, li Serê Kaniyê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer derket û 4 çete birîndar bûn.

 

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihandin ku di navebra çeteyên dewleta Tirk li bajarê Serê Kaniyê yê dagirkirîn de şer derket.

Sedema şer jî Cilşokeke ku çeteyan dizî bû.

Ji ber cilşokê, şerekî bi çekên giran di navbera çeteyên bi navê ”Sultan Muirad” de derket û 4 çete birîndar bûn.

Ji ber ku birîna wan girna bûn, çete ji nexweşxaneyê li Tirkiyê re hatin şandin.

Di demên dawî de ji ber parvekirina diziyan, çeteyên dewleta Tirk rojane pev dikevin.

Beriya niha jî li bajarê Babê yê dagirkirî şerekî dijwar navbera çeteyên dewleta Tirk de rû dabû.

Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûbûn.

 

Back to top button