Rûsya: Di 24 saetên borî de agirbest 5 caran li Idlibê hat binpêkirin

Rûsya ragihand ku binpêkirina agirbesta li Idlibê berdewam e. Dewleta Tirk a dagirker jî hejmara nuqteyên xwe li Idlibê kir 56 nuqte.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh agirbesta ku li gel dewleta Tirk hatibû lihevkirin dîsan hat binpêkirin.

Li gorî wezaretê, 5’ê Nîsanê agirbest 5 caran hat binpêkirin û şer di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de derket.

Dewleta Tirk hejmara nuqteyên xwe li Idlibê kir 56 nuqte

Tevî agirbestê jî, îro dewleta Tirk nuqteyeke din a leşkerî li herêma Birnas li rojavayê Idlibê ava kir.

Bi vê yekê hejmara giştî ya nuqteyên dewleta Tirk li Idlibê bû 56 nuqte.

Duh jî hêzên rejîmê deverên çeteyên dewleta Tirk li gundên Salihyê, Afas li Idlibê û û gundê Merend li gundewarê Lazqiyê topbaran kirin.

Hemwextî wê jî balafirên şer ên Rûsyayê li esîmanê herêmên bi navê ”Kêmşer” digeriyan.

Back to top button