
Îro li gundên bajarê Kobanê polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker dewriyek hevbeş pêk anîn
Dewriye hevbeş ji 4 panzêran Rûsyayê û 4 panzerên dewleta Tirk pêk hat.
Dewriye vê sibê ji gundê Aşme yê Kobanê dest bi gera xwe kir.
Dê dewriye li gundên Aşmê, Çarqilî, Cebnê, Kataş, Ceb Ferec, Dirbazîn, Bênder, Qereh Kuyî, Qolî, Sosan, Siftek, Boban, Xorxorî, Dîkmetaş û Qeranê bigere.