BESAM ÎSHAQ: PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER HÊVIYÊN GELÊN SÛRIYÊ PÊK TÎNE

Nûnerê MSD’ê yê li DYA’yê Besam Îshaq destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser li herêmê serkeftina xwe îsbat kir.

Îshaq got:

Projeya Rêveberiya xweser rê li ber pêkanîna planên Tirkiyê li herêmê digire.

Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ê li DYA’yê Besam Îshaq têkildarî tecrubeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û armanca Tirkiyê ya li dijî herêmên biewle, ji ajansa Hawar’ê re axivî.

Besam Îshaq got:

“Projeya Rêveberiya Xweser, projeyeke pêşeng e û serkeftina xwe li ser erdê îsbat kiriye.”

Nimûneyek pirreng ku hemû nasnameyên niştîmanî, çandî û etnîkî yên hemû şêniyên herêmê nas dike.

Jinan jî di bin banê Rêveberiya Xweser de bi rêya tevlêbûna hemû saziyan, azadiya xwe bi dest xist.”

Îshaq balkişand li ser cudahiya Rêveberiya Xweser di qebûlkirin pirrengî û cûdakirina Ol ji dewletê re û ev tişt anî ziman;

” Bi vê yekê ol di desthilatdariyê de nayê bikaranîn.

Lê vê projeyê nimûneyeke ku mafê pêkanîna ayînên olî nas dike, pêşkêş kir.

Eger li ser tevahiya xaka Sûriyê belav bibe, wê hêviyên gelê azadîxwaz peyda bibin.”

RÊVEBERIYA XWESER RÊ LI BER PLANÊN TIRKIYÊ DIGIRE

Îshaq diyar kir ku Tirkiye bi gelek hincet û bihaneyan hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û mîna Efrînê herêmê dagir bike.

Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ê li DYA’yê Besam Îshaq axaftinên xwe wiha bidawîkir:

Projeya Rêveberiya Xweser rê li ber pêkanîna planên Tirkiyeyê li herêmê digire.

Leave a Reply

Back to top button