Vîrûsa Corona li Kurdistan û welatên herêmê bi lez belav dibe.

Li Başûrê Kurdistanê herî dawî 41 kes bi vîrûsê ketin û ev cara yekemîn e ku evqas kes di rojekê de bi vîrûsê dikevin. Her wiha ji ber xemsariya dewletê, bîlançoya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî her ku diçe bilindtir dibe.

 

Li Hewlêrê di rojekê de 41 kes bi vîrûsê ketin

Vîrûsa corona hîna jî li welatên herêmê, bi lez belav dibe.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê 41 kesên din bi vîrûsê ketine.

Li gorî daxuyaniyê ji kesên pê ketine 17 jin, 9 zarok û 15 mêr in.

Ji wane 2 li navçeya Soran, 3 li Sîdekan, 1 li gundê Helebceya Biçûk û yên din li navenda Hewlêrê ne.

Li gorî daxuyaniyê piraniya wan ji du taziyên li taxa Karêzanî ya Hewlêrê pê ketine û 2 ji wan berê sefer kirîbûn.

Ev cara yekemîn ku li Başûrê Kurdistanê, di rojekê de hejmarek wiha bi vîrûsê dikevin.

Li Başûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin

Li Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo 48 seatan qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

Wê îro di saet 24.00’an de bi dawî bibûya.

Lê Wezareta Hundirin ragihand ku qedexe wê heta biryareke din bidome.

Li Farqînê 10 kes bi vîrûsê ketin

Li hemû bajarên Tirkiye vîrûsa corona belav dibe.

Ji 10’ê Adarê û vir ve 27 hezar û 69 kes bi vîrûsê ketine, 574 kes jî mirine.

Li Navçeya Farqinê ya Amedê bi riya Mizgeftê bang kirin û aşkere kirin ku hejmara kesên bi vîrûsû ketine gihiştiye 10 kesan.

Li Rihayê 3 kesan jiyana xwe ji dest da

Odeya Tabîban a Rihayê ragihand kir ku li bajarê Rihayê jimara kesên bi vîrûsê ketine gihiştiye 20’an û 3 kesan jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Odeyê da zanîn ku nêzî 150 kes jî bi gumana vîrûsê rakirine nexweşxaneyê û di bin kontrolê de ne.

Odeyê destnîşan kir ku Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar agahiyan ciddî parve nake û ji ber vê yekê gel di aliyê parastinê de tedbîran zêde nagire.

Li Şirnexê vîrûs bi 16 kesan re hat dîtin

Her wiha hat zanîn ku li Şirnexê nêzê 700 kes di bin çavdêriyê de ne û testên 16 ji wan pozîtîf derketine.

Ji ber metirsiya belavbûna vîrûsê, 5 gundên Sêrtê ên din jî xistin bin çavdêriyê.

ÎHD: Zagona înfazê li dijî destûra bingehîn e

Ji ber belavbûna vîrûsa corona li çar hêlên Tirkiyê, çav li girtîgehan e.

Di girtîgehên Tirkiyê yên ku bi hezaran girît tê de ne, xeteriyeke mezin li ser wan heye.

Piştî belavbûna vîrûsê, hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê qanûna înfazê di Komîsyona Edaletê ya Meclisê re derbas kir.

Lê ev qanûn tenê girtiyên edlî dixe nava xwe û girtiyên siyasî ji vê yekê bêpar in.

Nûnerê Şaxa Komeleya Mafê Mirova ÎHD’ê yê Îdirê Canturk Uca, diyar kir ku zagona înfazê li dijî rêgeza Destûra Bingehîn e û xwest bi lez hemû girtiyên siyasî bêne berdan.

Li Îranê 136 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Îranê jî her ku diçe bîlanço girantir dibe.

Di nava 24 saetên dawî de 2 hezar û 274 kes nû bi vîrûsê ketin û 136 kes jî mirin.

Heta niha li welat 60 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine, 3 hezar û 739 kes jî mirine.

Back to top button