Yekîtiya Meclisên Jinê ya Îzmîrê: Bila zagona înfazê ji nû ve bê amadekirin

Yekîtiya Meclîsên Jinê ya Konseya Bajêr a Îzmîrê derbarê zagona înfazê ya ku vê hefteyê li meclîsê bê rojevê, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya Yekîtiya Meclîsên Jinê de wiha hat gotin:

Bi vê zagona înfazê ber-sûcên tundiyê li dijî jinê dikin, wê serbest bên berdan.

Em dixwazin zagona înfazê ji nû de, bê amadekirin.

Bila zagona înfazê bi awayê ku jinê û zarokan biparêze ji nû de bê amadekirin.

Gotinên ‘ber-sûcên tundiyê li derveyî zagona înfazê ne’ ne rast e.

Ji ber ku ji ber Vîrusa Koronayê her kes mecbûr e li mal bimîne ewê jin mecbûr bimînin ku bi ber-sûc re li heman cihî be.

Ev zagon wê bibe sedema tundiyên wekî din. Di vê demê de divê Peymana Stenbolê bikeve meriyetê.

Ji bo bextewariya zarok û jinan divê ev zagona ji nû de, bê amadekirin.

Back to top button