70 kesên din li Iraqê bi Coronayê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku îro li Iraqê 70 kesên din  bi vîrusa Coronayê ketine û 65 kes jî baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî rewşa dawî ya nexweşiya vîrusa Coronayê ya li Iraqê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro li Bexdayê 4 kes, li Besra 9, Necefê 4 kes, li Silêmaniyê 3 kes, li Hewlêrê 41 kes, li Kerbelayê 2 kes û li Zîqarê jî 7 kes bi Coronayê ketine.

Wezaretê destnîşan kir ku di nav 24 saetên dawî de 65 kes jî baş bûne.

Li gor daneyên dawî heta niha zêdeyî hezar kesî li Iraqê bi vîrusê ketine, ji wan 344 kes baş bûne, 64 jî mirine.

Back to top button