HDP’Ê ÇALAKIYA XWE YA LI MECLISÊ BI DAWÎ KIR

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de 10 wekîlên HDP’î yên li Meclîsê dest bi çalakiya greva biçîbûnê kiribûn, dawî li çalakiya xwe anîn.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo şikandina tecîrda li ser Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir, di roja 29’an de ye.

Her wiha li gelek bajaran jî ji bo piştevaniyê parlementerên HDP’ê jî di nav de siyasetmedar dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin.

Li Meclîsê jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de 10 parlementerên HDP’ê ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

Çalakiya greva birçûbûnê ya li Meclîsê bi dawî bû.

HDP’ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya li Meclîsê bi dawî bûye û di Twîttera hat parvekirin de wiha hat gotin:

“Em hêzdar in, bi biryar in û tevî hemû êrîşan jî em ê bi ser bikevin.”

Leave a Reply

Back to top button