Konseya Ewlekariyê, pêncşemê yekem civîna xwe li dar dixe

Piştî derketina gelek nakokiyan di navber welatên endam de, Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî, wê Pêncşemê yekem civîna xwe der barê vîrûsa Coronayê de li dar bixe.

Ev civîn jî, li ser daxwaza her 10 endamên demkî hat pêşinyarkirin.

Duh, diplomatekî ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike, diyar kir, wê civîn bi awayekî girtî bê lidarxistin û saet 7ê êvarê dest pê bike.

Li gorî hinek diplomatan, ev serê çend hefteyan e, welatên xwedî endamtiya mayînde, nemaze Amerîka û Çîn nakokiyan derdixînin holê.

Heya niha, ne diyar dê ev civîn tiştekî bi ser bixe yan na, ji ber sedema nakokiyan jî “eslê vîrûsê” ye.. ku Amerîka dibêje ev nexweşî Çînî ye, ya dawî jî vê yekê bi temamî red dike.

Back to top button