Piştî dirêjkirina dema qedexekirina derketina derve ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, Heyva Sor a Kurd û Komîteya Tenduristiyê li Kampa Waşokanî, tedbîrên xwe xurttir kirin.
Komîteya Tenduristiyê û Heyva Sor, navendeke destwerdana tenduristî ku ji 10 konan pêk tê, ava kir.
Tîmên destwerdana lezgîn jî, 24 saetan amade ne û heya niha, ti rewşên vîrûsa Coronayê nehatine dîtin.
Li Kampa Waşokanî, zêdeyî 10 hezar şêniyên Serê Kanî û Til Temirê hene, yên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçarî koçberiyê bûne.