Vîrûsa Corona..ne tenê mirov, êdî lawir jî bi vîrûsê dikevin

Vîrûsa Corona ya bûye bela serê mirovahiyê, her diçe zêdetir belav dibe û çareserî jê re nayê dîtin. Ya balkêş jî, êdî ev vîrûs li lawiran jî dixe û pilingek li Amerîkayê nexweş dikeve.

Li baxçeyekî lawiran li New Yorkê, hat destnîşankirin ku pilinga bi navê Nadya bi Coronayê ketiye.

Piştî kuxika ziwa li Nadya û 5 piling û şêrên di baxçe de peyda bû, êdî berpirsên baxçe dest bi analîzan kirin.

Li ser vê jî, Wezareta Çandiniyê ya Amerîkayê, hişyarî da kesên ku bi Coronayê ketine, ku bi lawiran re danûstandinê nekin.

Back to top button