Îro qanûn dikeve dengdanê, xizmên girtiyan jî nerazî ne

Li ser daxwaza desthilata AKP-MHP’ê, îro qanûna înfazê ya ku armanc dike, ji bilî girtiyên siyasî, 90 hezar girtiyên edlî berde, wê li meclisa Tirkiyê bikeve dengdayînê.

Xizmên girtiyan diyar kir ku ev qanûn li dijî mirovahiyê sûc e û xwestin pêşnûmaya heyî bê betalkirin.

Muxalefeta Tirkiyê, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, kesayet û rewşenbîr jî li dijî vê guhertinê bertekên xwe tînin ziman.

Seroka Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê Dîdar Erdem da zanîn ku guhertina zagona înfazê, li dijî rêgeza wekheviyê hatiye amadekirin.

Dîdar Erdem got:

“Ti cudahiya wê ji bidarvekirinê nîne û ev yek tê wateya binpêkirina mafê jiyana van girtiyên siyasî.”

Back to top button