Rêjeya hevberdana hevjînan li Sûriyê zêde bûye

Li gel belavbûna Corona ku zêdetirî 2 milyar kes li seranserî cîhanê neçarî rûniştina malê kiriye, Şêwirmendê Olî yê Sûrî Hasan Eod destnîşan kir ku Rêjeya hev-berdana hevjînan zêde bûye.

Di demekê de ku vîrûsa Corona jiyana mirovahiyê xistiye tehlûkeyê, tundiya li dijî jinan hîna dewam dike.

Şêwirmendê Olî yê Sûrî Hasan Ewd, duh diyar kir ku rêjeya hevberdana hevjînan li Sûrî zêde bûye.

Ev yek jî di dema qedexeya derketina derve ji ber vîrûsa Corona hatiye dîtin.

Ewd, got ji ber Corona zexetên aborî di navê civakê de zêde bûne, ev yek metirsiyekê di nava malbatê de jî çêdike.

Şêwirmendê Olî yê Sûrî Hasan Ewd dawiyê bang li gel kir ku her kes di malê de bimîne û malbat pêşî li doza berdanê bigirin.

Back to top button